Firokeyên Iraqê 5 çekdarên DAIŞê kirin armanc
Mijdar 18, 2021 11:48 Asia/Tehran
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, firokeyên şer ên Iraqê 5 çekdarên DAIŞê li parêzgeha Diyaleyê armanc kirin.
Di daxuyaniya Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê de hat, 5 teroristên DAIŞê li parêzgeha Diyalayê ji aliyê firokeyên şer ên Iraqê hatin aramnkirin.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê herwiha diyar kir, ew çalakiya artêşa Iraqê di çarçoceya operasyona lêgerîna li binke û baregehên çekdarên DAIŞê li parêzgeha Diyala de hat.
Li deverên curbicur ên Iraqê careke din şaneyên veşartî yên koma terorîst a DAIŞê li Iraqê çalak bûne û hin siyasetmedar hegera vê yekê hejarî û nebûna xizmetan li Iraqê dizanin.