Iraq karê Konsulê Belarusê li Bexda û Hewlêrê rawestand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i329992-iraq_karê_konsulê_belarusê_li_bexda_û_hewlêrê_rawestand
Wezareta Derve ya Iraqê hişyarî dide, koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê asê mane, di metirsiyeke rasteqîne de ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 13, 2021 06:27 Asia/Tehran
  • Iraq karê Konsulê Belarusê li Bexda û Hewlêrê rawestand

Wezareta Derve ya Iraqê hişyarî dide, koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê asê mane, di metirsiyeke rasteqîne de ne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf di daxuyaniyekê de ragihand, koçberên Iraqî li Belarusê di metirsiyeke rasteqîne de ne û ketine destê kesên bazirganiyê bi mirovan dikin.

Sehaf diyar kir, hemû geştên rasterast ên ji bo Belarusê hatine rawestandin û destûra kar a konsulê fexrî yê Belarusê li Bexdayê bi awayekî demkî hat ragirtin.

Sehaf destnîşan kir: “Ev pêngav ji bo parastina welatiyên Iraqî ji torên qaçaxçiya mirovan a di riya Belarus û Polandayê re tê.

Wî herwiha da zanîn: Balyozxana Iraqê li Mosko û Warşovayê hevkariyê dikin ji bo kesên li sînorên Belarus û Polandayê asê mane, bigihêjin miirazê xwe.

Ev pêngavên hikûmeta Iraqê piştî wê yekê tê, hejmarek mezin ji koçberên Iraqê ku piraniya wan Kurd in li ser sînorê Belarus û Polandayê asê mane ku rê nayê dayîn derbasî Ewropayê bibin.

Pirsa koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê asê mane, karvedaneke navdewletî li pişt xwe aniye û tê gotin ku Belarus koçberan ji bo armacên siyasî li hember Yekîtiya Ewropa bi kar tîne.