Mijdar 03, 2021 14:02 Asia/Tehran
  • Operasiyona dijeterorê ya Heşda Şeibiyê li Diyaleya Iraqê

Çavkaniyên iraqî qala destpêbûna operasiyona hêzên Heşda Şeibiyê li dijî bermahiyên terorîstên DAIŞê li pênc aliyan va li Diyaleyê kir.

Li gorî rapora Shafagh Newsê, Talib El-Mûsewî Fermandarê Heşda Şeibiyê li Diyaleya Iraqê roja Çarşemiyê ragihand: Operasiyona Diyaleyê piştî kuştina Miqdadiyeyê û li gorî agahiyên deqîq û bi armanca şopandina çeteyên DAIŞê û xxerakirina çeperên wan ji pênc aliyan va li çiyayên Hemrînê yên parêzgeha Diyaleyê pêk tê.

 

Serepeyv