Şandeyeke bilind a Iraqê serdana cîhê êrîşa bi xwîn a DAIŞê li parêzgeha Diyale dike
Şandeyeke bilind a hikûmetê, ewlehî û leşkerî ya Iraqê serdana cîhê êrîşa bi xwîn a koma terorîst a DAIŞê ya li parêzgeha Diyale dike.
Şeva 26.10.2021ê hejmareke çekdarên DAIŞê gulle li xelkê gundê Reşad a ser bi bajarokê Mîqdadye ya parêzgeha Diyale reşandin û ji ber wê 14 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan, 15 kesên din jî birîndar bûn.
Îro 28.10.2021ê şandeyeke bilind a ji hikûmetê, ewlehî û leşkerî ya Iraqê bi armanca dûvçûna li ser pêşketinên bûyerê û lêkolîna wê, serdana bajarokê Mîqdadiye kirin.
Şandê bi serokatiya şêwirmendê asayîşa netewî ya Iraqê Qasim Erecî û bi endamtiya wezîrek û hejmarek fermandaran ve serdana Mîqdadye kirin.
Endamên şandeyê pêkdihatin ji wezîrê navxwe Osman Xanimî, Serfermandarê artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarula, wezîrê koç û koçberan Îvan Faîq û cîgirê fermandarê operasyonên hevbeş ê Iraqê Ebdulemîr Şemerî.
Piştî wê êrîşê serfermandarê artêşa Iraqê gef li çekdarên DAIŞê xwarin û got: ‘’Emê erdê bin lingên we jî bihejînin.’’