2 serbazên iraqî li parêzgeha Selahedînê di encama êrîşa DAIŞê de hatine kuştin
Cotmeh 28, 2021 08:52 Asia/Tehran
Êvara duh çaarşemê 27.10. 2021ê çekdarên koma terorîst a DAIŞê li sînorê parêzgeha Selehadîn êrîşeke mezin pêk anîne û ligor zanyariyên di encama wê êrîşê de 2 serbazên Iraqê hatine kuştin.
Medyaya Iraqê diyar kiriye 2 serbazên Iraqê di encama êrîşeke xaleka kontrole ya terorîstên DAIŞê de hatine kuştin.
Cihê behsê ye koma terorîst a DAIŞê duhê li parêzgeha Diyale jî êrîşeke xwînawî pêk anîbû û di wê êrîşê de 11 kes hatibûn kuştin û 12 kes jî birîndar bibûn.