Cotmeh 27, 2021 14:45 Asia/Tehran
  • Êrîşa duyem a DAIŞê li ser Diyaleya Iraqê

Çavkaniyên iraaqî qala êrîşa terorîstên DAIŞê li ser gundê El-Imamê li parêzgeha Diyaleyê û kuştina çend welatiyên sivîl kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Çavkaniyên iraqî roja Çarşemiyê ragihand: Terorîstên DAIŞê vê carê êrîşî ser gundê Imamê li kêleka gundê Hewaşeyê ku şeva çûyî ketibû br êrîşa teorîstan kir û 7 welatiyên sivîl kuştin.

Li gorê çavkaniyên iraqî, terorîstan di vê êrîşê da agir bi baxên gundiyan xist û çend erebe jî dizîn.

Çavkaniyên nûçeyan Sêşemiyê bi şev qala êrîşa çeteyên DAIŞê ser gundê Hewaşeyê li parêzgeha Diyaleyê û kuştin û birîndarkirina derdora 33 welatiyên sivîl kir.

Li gorî vê raporê, Li pey van êrîşan taximeke bilind a ewlehiyê pêkhatî ji Qasim E'recî Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê, Ebdulemîr Yarullah Serokê Erkantiya Artêşê, Ebdulemîr Şemerî Fermandarê Opersiyona hevpar û Hadî Amidî Serokê Hevpeymaniya Fethê derbasî vê navçeyê bûn.

Rêxistina Heşda Şeibiyê jî bi dayîna dxuyaniyekê amadetiya xwe ya tam ji bo tijîkirina valahiyên ewlehiyê li her navçeyeka Iraqê ragihand.

 

Serepeyv