Cotmeh 02, 2021 00:18 Asia/Tehran
  • NY ji Iraqê daxwaza qerebû kirina jinên rizgarbûyî yên êzdî kir

Şêwirmenda sekreterkê giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir jinên revandiyên rizgarbûyî yên êzdî qerebû bike.

Şêwirmenda Sekreterê Giştî yê NYê Pramila Patten derbarê tundiya seksî di şer û aloziyan de ragehand: Pêwîste hikûmeta Iraqê yasaya taybet ji bo rizgarbûyan cîhbicîh bike ku di meha Adar a sala 2021ê de li Parlamenta Iraqê jî hatibû pejirandin.

Pramila Patten got: Pêwîst e yasaya qerebûkirina qurbanên dest çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê bê bicîhanîn û her qurbanek û rizgarbûyekî destê wê rêxistina terorîst divê bê qerebû kirin, bi taybet ew rizgarbûyên nah ali welatên din jî jiyan dikin, divê bên qerebû kirin û yasa wan jî bigre navxwe.

Herwaha daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, pareyê pêwîst ji bo bicîhanîna yasayê divê bê diyar kirin û ew yasa bibe beşekî giring ji dubare avadaniya Iraqê.

Serepeyv