Iraq; Li bakurê Baqûbe, DAIŞê 3 welatiyên sivîl kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i329080-iraq_li_bakurê_baqûbe_daiŞê_3_welatiyên_sivîl_kuştin
Di encama êrîşeke terorîstên DAIŞê li bakurê Baqûbe de, 3 welatiyên sivîl hatin kuştin û 4 polîs jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 26, 2021 16:00 Asia/Tehran
  • Iraq; Li bakurê Baqûbe, DAIŞê 3 welatiyên sivîl kuştin

Di encama êrîşeke terorîstên DAIŞê li bakurê Baqûbe de, 3 welatiyên sivîl hatin kuştin û 4 polîs jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Kurdistan24ê, Derengê şeva borî li gundê Ebare yê li bakurê Baqûbe, bombeyeke çandî di barhilgirekê de teqiya. Dema xelk û hêzên ewlehiyê li cihê teqînê kombûn, çekdarên DAIŞê bi nîşangiran gule li wan barandin.

Di encama gulebaranê de, 3 welatiyên sivîl hatin kuştin û 4 polîs jî birîndar bûn ku di nava wan efserek bi pileya Eqîd heye.