Tebax 28, 2021 20:22 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 73 kes û li Herêma Kurdistanê jî 18 kesên din bi Koronayê mirin

Li Iraqê 73 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 5 hezar kes jî pê ketin. Herwiha li Herêma Kurdistanê jî 18 kesan ji ber Koronayê canê xwe ji dest dan û 704 kes jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Iraqê ragihand, di 24 saetên borî de 5 hezar û 369 kes bi Koronayê ketine û 8 hezar û 153 pêketî jî baş bûne.

Vê wezaretê her wiha da zanîn, ji duh ve 73 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 20 hezar û 632 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê jî ragihand; di 24 saetên borî de 704 kes bi vîrûsa koronayê ketine û 18 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku di 24 saetan de 2123 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Serepeyv