Tebax 24, 2021 22:44 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 75 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 7 hezar û 670 kesên din bi Koronayê ketine û 75 kesên din jî bi Koronayê mirin.

Îro sêşemê 24.08.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuaniyek belav kir û tê de da zanîn ku di heyama 24 saetên dawîn de 7 hezar û 670 pêketiyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin û 10 hezar û 242 kes jî baş bûne û 75 kes jî bi Koronayê mirine.

Heta niha li seranserî Iraqê 1 milyon û 839 hezar û 910 kes bi Koronayê ketine û 1 milyon û 678 hezar û 552 kes baş bûne û 20 hezar û 337 kes bi Koronayê mirine

Serepeyv