Tebax 16, 2021 15:14 Asia/Tehran
  • Karbidestên iraqî berteka guhertinên dawiyê li Efganistanê: Bawerî bi Amerîkîyan nayê

Serokê fraksiyona Sadiqûn li Iraqê bertek nîşanî guhertinên dawiyê li Efganistanê da û got ku çûyîna serokomarê vî welatî nîşan dide ku Amerîkî ne pêbawer in.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê roja Duşemê, Ednan Fîhan el-Dîlemi, serokê fraksiyona Sadiqûn li Iraqê, li ser Twitter nivîsî; "Tiştê ku îro li Efganistanê qewimî piştrast dike ku bawerî bi Amerîkiyan nayê,"

El-Dîlemî bi Heştega Amerîka umetan diroxîne got: "Amerîkayê Talîban di 2001 -an de hilweşand, û 20 salan ji Hêzên çekdar ên Efgan re şêwirmendî û alîkariya çekan da ku li dijî Talîbanê şer bikin, lê encama van alîkariyan bû sedema hilweşîn û revîna leşkerên Efgan û bû sedema awaretiya bi mîlyonan kesan, û dîsa Talban vegeriyan."

El-Dilamî bang li gelê Iraqê kir ku Heşda Şeebî biparêzin û ji ber ku Heşda Şeebî tekane bijare ye ku pêşî li xapandina Amerîkiyan li welêt digire.

Duh (Yekşem), piştî revîna “Mihemed Eşref Xenî” Serokomar û berpirsên Efxanistanê û valakirina hêzên ewlehiyê yên vî welatî, koma Talibanê ferman da endamên xwe ku derbasî Kabulê bibin.

Serepeyv