Artêşa Iraqê li bakurê Bexdayê dijî DAIŞê dest bi operasyonê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i328257-artêşa_iraqê_li_bakurê_bexdayê_dijî_daiŞê_dest_bi_operasyonê_kir
Hêz û milîsên cuda yên Iraqê li dijî çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê dest bi operasyonekê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 14, 2021 10:00 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê li bakurê Bexdayê dijî DAIŞê dest bi operasyonê kir

Hêz û milîsên cuda yên Iraqê li dijî çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê dest bi operasyonekê kirin.

Şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê ragehand: ‘’Operasyon îro 14.08.2021ê ji aliyê yekîneya taybet a artêşê, polîsê federal û Heşdî Şeibî ve li bakurê Bexdayê destpê kiriye.

Operasyon bi piştevaniya hêzên esmaniya Iraqê û balefirên şer ên Hêzên Hevpeyman ve destpê kir û armanc dîtin û jinavbirina çekdarên DAIŞê yên li sînorê bakurê Bexdayê ye.