Li Iraqê 64 kesên din bi Koronayê mirin
Tebax 12, 2021 21:37 Asia/Tehran
Li Iraqê 64 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 10 hezar kes jî pê ketin.
Wezareta tenduristiya Iraqê ragihand, di 24 saetên borî de 10 hezar û 243 kes bi Koronayê ketine û 9 hezar û 848 pêketî jî baş bûne.
Wezareta tenduristiya Iraqê her wiha da zanîn, ji duhî ve 64 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 19 hezar û 466 kesan.