Tevgera Nûceba: Li ba me Amerîka û Tirkiye yek in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i328183-tevgera_nûceba_li_ba_me_amerîka_û_tirkiye_yek_in
Berdevkê Tevgera Nûceba ya Iraqê dibêje “Di perspektîfa dagirkirina axa Iraqê de em Tirkiyê û Amerîakyê wek hev dibînin.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 10, 2021 17:42 Asia/Tehran
  • Tevgera Nûceba: Li ba me Amerîka û Tirkiye yek in

Berdevkê Tevgera Nûceba ya Iraqê dibêje “Di perspektîfa dagirkirina axa Iraqê de em Tirkiyê û Amerîakyê wek hev dibînin.”

Cîgirê Sekreterê Giştî û Berdevkê Tevgera Nûcebayê Nasir El Şammarî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û tê de bang li hikûmet, parlament û xelkê Iraqê kir ku dawiyê li dagirkeriyê bînin.

Nasir el Şammarî diyar kir ku divê ders ji hêzên biyanî yên ku berê li Iraqê bûn bê wergirtin û wiha got “Em dixwazin diyar bikin ti nirxê van gefên êrîşê yên ku asta herî jêr a zimanê diplomasiyê tineye.”

Tevgera Nûceba ku yek ji hêzên Heşda Şeibî ye berê jî ragihandibû ku Trikiye dixwaze wîlayeta Mûsîlê dagir bike.