Li Iraqê 49 kesên din bi Koronayê mirin
Tîrmeh 29, 2021 22:47 Asia/Tehran
Li Iraqê 49 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 13 hezar û 200 kes jî pê ketin.
Wezareta tenduristiya Iraqê ragihand, di 24 saetên borî de 13 hezar û 259 kes bi Koronayê ketine û 9 hezar û 401 pêketî jî baş bûne.
Wezareta tenduristiya Iraqê herwiha da zanîn ku ji duh ve 49 kes bi Koronayê mirine û heta niha jimara miriyan li vî welatî gihîştiye 18 hezar û 533 kesan.