Berhem Salih diyaloga Bexda-Waşîngtonê li ser vekişîna leşkerên Amerîkî girîng nirxand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i327899-berhem_salih_diyaloga_bexda_waşîngtonê_li_ser_vekişîna_leşkerên_amerîkî_girîng_nirxand
Serokomarê Iraqê encama diyaloga Waşîngton-Bexda li bara vekişîna leşkerên Amerîkî ji bo aramkirin û xurtkirina serweriya welat girîng nirxand.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Tîrmeh 27, 2021 19:54 Asia/Tehran
  • Berhem Salih diyaloga Bexda-Waşîngtonê li ser vekişîna leşkerên Amerîkî girîng nirxand

Serokomarê Iraqê encama diyaloga Waşîngton-Bexda li bara vekişîna leşkerên Amerîkî ji bo aramkirin û xurtkirina serweriya welat girîng nirxand.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê îro Sêşemê; Serokomarê Iraqê Berhem Salih derbarê gotûbêjên vê dawîyê yên di navbera Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimîi û Serokomarê Amerîkayê Joe Biden de, li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: Deskevtên vê diyalogê encama xebata hukûmetê ya bi serokwezîriya "Mistefa Kazimî" û piştgiriya komên neteweyî û merceyiyeta olî lwelêt e.

Berhem Salih di vê peyamê de diyar kir ku ji bo berjewendiyên Iraqê pêdivî ye ku saziyên hikûmetê werin xurtkirin û serwerî û biryara neteweyî ya serbixwe bête parastin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî  şeva Duşemê bi Serokomarê Amerîkayê Joe Biden re civiya û pê re li ser gelek mijaran gotûbêj kir û tekez kir ku pêdivî ye ku leşkerên Amerîkî ji Iraqê di 31 Kanûn 2021 de vekişin.