Vekişîna Amerîka ji Iraqê, Yek ji dosyayên gera çaremîn bi Waşîngtonê re ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i327812-vekişîna_amerîka_ji_iraqê_yek_ji_dosyayên_gera_çaremîn_bi_waşîngtonê_re_ye
Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand ku gera diyaloga stratejîk a çaremîn a navbera Iraq û Amerîkayê de ya dawî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 23, 2021 20:02 Asia/Tehran
  • Vekişîna Amerîka ji Iraqê, Yek ji dosyayên gera çaremîn bi Waşîngtonê re ye

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand ku gera diyaloga stratejîk a çaremîn a navbera Iraq û Amerîkayê de ya dawî ye.

Fuad Husên diyar kir ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û serokomarê Amerîkayê Jeo Biden dê tevahî têkiliyên iraqî-amerîkî nîqaş bikin, di nav de rakirina hemû baregehên Amerîkayê li Iraqê.

Fuad Husên da zanîn ku di danûstandinên derbarê leşkerên Amerîkayê yên li Iraqê de dê dualî li ser vekişîna hêzên Amerîkayê li hev bikin.

Her wiha Hisên got:" Bi hezaran şûnwarên dîrokî dê ji Waşîngtonê vegerînin Iraqê û hevkariyek berbiçav ji aliyê Amerîkayê ve heye ku şûnwaran vegerîne."