Fuad Husên: Ti binkeyeke serbazî ya Amerîkayê li Iraqê tune ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i327800-fuad_husên_ti_binkeyeke_serbazî_ya_amerîkayê_li_iraqê_tune_ye
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li ser gotûbêja stratejîk a ligel Amerîkayê ragihand; Iraq û Amerîka piştî bidawîbûna hemû gerên gotûbêjê, dibe ku vegere rêkeftina ewlehiyê ya sala 2008an.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 23, 2021 06:08 Asia/Tehran
  • Fuad Husên: Ti binkeyeke serbazî ya Amerîkayê li Iraqê tune ye

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li ser gotûbêja stratejîk a ligel Amerîkayê ragihand; Iraq û Amerîka piştî bidawîbûna hemû gerên gotûbêjê, dibe ku vegere rêkeftina ewlehiyê ya sala 2008an.

Fuad Husên ku niha bi mebesta amadekariya birêveçûna gereke din a gotûbêja stratejîk a navbera Waşîngton û Bexdayê li Amerîkayê ye, ji kanala El Iraqiye re ragihand: “Ji bo rêkeftina li ser vekişîna hêzên Amerîkayê di çarçoveya gotûbêja stratejîk de gotûbêj tê kirin.”

Fuad Husên eşkere kir: “Ev gera gotûbêja stratejîk a ligel Amerîkayê, gera dawî ye.”

Wezîrê Derve yê Iraqê tekez kir ku hêzên Amerîkayê li binkeyên serbazî yên li Iraqê tune ne û ti binkeyeke serbazî ya Amerîkayê li Iraqê tune ye.