Tenduristiya Kerkûkê: Rewşa bajêr di bin metirsiyê de ye
Rêveberiya Tendirustiya Kerkûkê ragihand; hejmara pêketiyên Koronayê bi awayekî berçav zêde bûye û rewşa tendirustiya bajêr metirsîdar e.
Rêveberê Tendirustiya Kerkûkê Nebîl Hemdî ji K24ê re diyar kir: “Rewşa Kerkûkê gelek xirab e û haletên pêketina bi Koronayê bi rêjeyeke berçav zêde bûye û gelek kes hatine nexweşxanan, bi taybetî yên ku ji bo nexweşên Koronayê hatine diyarkirin, tije bûne.”
Nebîl Hemdî eşkere kir: “Pişkinînên ku li Kerkûkê ji bo welatiyan hatine kirin, %50 pozîtîv derketin, em jî weke welatên pêşketî, şiyana me tune ye ku hemû nexweşan werbigrin, şiyana me ya tendirustiyê sînordar e.”
Hemdî diyar dike: “Hejmara kesên ku li Kerkûkê bi Koronayê canê xwe ji dest dane gihiştiye hezar û 55 kesan, di nav wan de 15 pizîşk û karmendên tendirustiyê hene.”
Rêveberê Tendirustiya Kerkûkê got: “Em ji welatiyan daxwaz dikin ku kesên serdana Hewlêr û Silêmanî û deverên din dikin, bila werin test bikin, da ku bilez were zanîn ku pê ketine an na.”