Tîrmeh 14, 2021 11:12 Asia/Tehran
  • Peyama Nûnerê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li Iraqê derbarê bûyera nexweşxaneya El-Huseyn (S)

Nûnerê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li Iraqê bi peyamekê ji ber mirina bi dehan nexweşî di bûyera agirpêketina bi nexweşxaneya Îmam Husên (S) sersaxî da gelê Iraqê û malbatên goriyan.

Li gorî rapora IRNAyê, Hucet ul-islam wel-muslimîn seyid Mucteba Huseynî, Nûnerê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li Iraqê di vê peyamê da hevxemiya xwe tev gelê Iraqê, nemaze malbatên goriyan diyar kir.

Nûnerê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li Iraqê di vê peyamê da amaje bi têkoşînên gelê Nasiriyê di paqijkirina vî welatî ji DAIŞiyan û dîroka têkoşînên wan dijî partiya Beisê kir.

Li gorî dawîn texmînan, çavkaniyên nexweşxaneyan li parêzgeha Zîqara Iraqê ragihand: Hejmara kuştiyên agirpêketina şeva borî li nexweşxaneya El-Husên (S) li bajarê Nasiriyê di beşa îzolasiyona Koronayê da gihîştiye 124 kesî.

 

 

Serepeyv