Li Iraqê 38 kesên din bi Koronayê mirin
Tîrmeh 13, 2021 22:13 Asia/Tehran
Li Iraqê 38 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan û zêdetirî 9 hezar kes jî pê ketin.
Wezareta tenduristiya Iraqê ragihand, di 24 saetên borî de 9 hezar û 46 kes bi Koronayê ketine.
Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 38 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 17 hezar û 630 kesan.
Li gorî amarên han, 6 hezar û 708 nexweşên Koronayê jî baş bûne.