Hezîran 06, 2021 08:53 Asia/Tehran
  • Wezareta Berevaniyê ya Iraqê: Êrîşa PKKê li ser Pêşmerge nayê qebûlkirin

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge li çiyayê Metînayê li qezaya Amêdiyê ya Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand, her êrîşekê li ser hêza Pêşmerge red dike.

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, “Em êrîşa li ser hêza Pêşmerge li çiyayê Metîna li parêzgeha Duhokê ya ji aliyê hêzeke ne Iraqî ve hatiye kirin şermezar dikin.”

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Iraqê de hat, “Em tekez dikin ku hêzên Pêşmerge, beşek ji hêzên me yên çekdar e û her êrîşekê li ser vê hêzê red dikin û nayê qebûlkirin.”

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê diyar kir, lêkolîn derbarê vê bûyerê de dest pê kirine û her kesê destdirêjî li xwîna Iraqiyan û ewlehiya wan kiriye, dê bigihr cezaya xwe ya dadperwerane.

Hêjayî gotinê ye Hêzên Pêşmerge yên ser bi Partiya Demeokrat (PDK) di pevçûna digel PKKê li Çiyayê Metînayêda hatine kuştin.

Medyayên PKKê jî ragihandine ku PDK ji saet 4ê berbangê ya duh hejmareke zêde ya hêzên xwe şandine navçeyên bin kontrola PKKê li Amîdî û Metînayê û wan pêşmergeyên PDK’ê êrişî kampên şervanên PKKê kirin, ji bo ku ew zêdetir bi pêş ve neyên şervanan gulleyên hişyariyê teqandin.

Serepeyv