Helbûsî: Bê aştiya civakî koçber nikarin vegerin ser cîh û warên xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i326667-helbûsî_bê_aştiya_civakî_koçber_nikarin_vegerin_ser_cîh_û_warên_xwe
Serokê Parlamenta Iraqê Mihemed Helbûsî ragihand; bêyî aştiya civakî, koçber û aware nikarin vegerin cih û warên xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 29, 2021 14:17 Asia/Tehran
  • Helbûsî: Bê aştiya civakî koçber nikarin vegerin ser cîh û warên xwe

Serokê Parlamenta Iraqê Mihemed Helbûsî ragihand; bêyî aştiya civakî, koçber û aware nikarin vegerin cih û warên xwe.

Mihemed Helbûsî li kongereya rêxistinên civaka sivîl a li Bexdayê di axaftina xwe de got: “Şerê DAIŞê bi hezaran kes aware kirine, rêxistinên civaka sivîl jî roleke wan a berçav ji bo vegerandina awareyan bo cih û warên wan hebû.”

Helbûsî diyar dike: “Bêyî aştiya civakî, awareyên Iraqê nikarin vegerin cih û warên xwe.”

Ev di demekê de ye ku ji destpêka îsal ve hikûmeta Iraqê biryar daye, kampan bigre û awareyan jî bi zorê bişîne cih û warên wan.