May 21, 2021 21:43 Asia/Tehran
  • Terorîstên DAIŞê gundekî Kerkûkê topbaran kirin

Terorîstên DAIŞê gundekî devera Hewîce ya Kerkûkê dan ber hawanan.

Jêderekî ewlehiyê ji parêzgeha Kerkûkê ragihand; Terorîstên DAIŞê bi hawanan gundê Macid yê ser bi navçeya erebnişîn a Hewîceyê topbaran kirine.

Wî jêderê ewlehiyê eşkere kiriye ku ji ber topbaranên DAIŞê ziyan negihiştiye canê ti kesî.

Jêderê hanê herwiha diyar kiriye ku hêzên ewlehiyê li wê deverê dest bi operasiyonê kirine ji bo dîtin û jinavbirina terorîstên DAIŞê ku ev êrîş cih anîne.

Serepeyv