Hêzên Iraqê li Kerkûk dest bi operasyonekê dijî DAIŞê kirin
May 19, 2021 13:40 Asia/Tehran
Hêz û milîşên Iraqê li Kerkûkê dest bi operasyonekê dijî çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê kirin.
Şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê bi beyanameyekê ragehand, operasyon îro 19.05.2021ê li sê eniyên Kerkûkê ve destpê kiriye.
Operasyon bi beşdariya hêzên curbicur birêve diçe, navçeyên Dola Şay, Dola Zexîton û navbera gundên Sade û Esrî yên sînorê Kerkûkê digre nav xwe.