May 06, 2021 13:23 Asia/Tehran
  • Terorîstên DAIŞê li Kerkûkê dîsa êrişî hêzên Iraqî kir

Di êrîşeke terorîstên DAIŞê li ser hêzeke artêşa Iraqê de, leşkerek hate kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, çekdarên DAIŞê êrîşî ser xaleke kontrolê ya artêşa Iraqê li nêzîkî bajarokê Dubiz kir û di encamê de leşkerek hate kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, di nava sê rojên derbasbûyî de, çekdarên DAIŞê li Kerkûkê êrîşî ser 14 cihên cuda kirine.

Ji ber valahiya ewlehiyê ya di navbera sengerên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, çekdarên DAIŞê li navçeyên kurdî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dest bi tevgerê kirine û êrîş dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya niha jî hişyarî dabû û amadehiya xwe ji bo hevkarîkirina dagirtina valahiya ewlekarî û rêgirtina li çekdarên DAIŞ'ê diyar kiribû.

Serepeyv