May 06, 2021 12:46 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Iraqê veguhestina malbatên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê da sekinandin

Serokê Komîteya Herêm û Parêzgehan a Encûmena Nûneran a Iraqê ragihand, hikûmeta Iraqê veguhastina kesûkarên terorîstên DAIŞê ji Kampa Holê ya parêzgeha Hesekê li Sûriyê, bo Kampa Cedaa li Mûsilê heta demeke nediyar ragirt.

Serokê Komîteya Herêm û Parêzgehan a Encûmena Nûneran a Iraqê Şêrwan Dûberdanî, li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, ew ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatine agahdarkirin, ku ew biryara ji bo veguhastina 100 malbatên terorîstên DAIŞê ku ji 700 kesî pêk hatibûn, hate ragirtin.

Şêrwan Dûberdanî herwiha gotiye, hikûmeta Iraqê duh ew otomobîlên ku bo veguhestina penaberan çûbû Sûriyê ji wir cardin bo Iraqê vegerandin.

Şêrwan Dûberdanî diyar kiriye, ragirtina biryarê piştî guvaşan tê, ji bo venegerandina wan malbat û zarokên çekdarên DAIŞê, ji ber ku dibin pirsgrêk bo parêzgeha Neynewayê û tevaya Iraqê bi xwe jî.

Serepeyv