May 05, 2021 12:38 Asia/Tehran
  •  DAIŞê li Kerkûkê êrişî bîrên petrolê kir

Îro hejmarek çeteyên DAIŞê êrişî zeviyeke petrolê li Kerkûkê kirin û hewl dan bîrên petrolê biteqînîn, lê di navbera wan û hêzên Iraqî de pevçûn derket û di encamê de polîsek hat kuştin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, çeteyên DAIŞê li navçeya Ezîziyê êrişî zeviyên Bay Hesen ên petrolê kirine.

Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê, Herdî Mihemed ragihand, zêrevanên bîrên petrolê rûbirûyê çeteyên DAIŞê bûne û di navbera herdu aliyan de şer derketiye û di encamê de, polîsek hatiye kuştin û polîsekî din jî birîndar bûye.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, polîsê ku di êrişa DAIŞê de hatiye kuştin, navê wî Şukir Mehmûd Teha ye û polîs birîndar jî navê wî Muezez Elî Husên e û herdu kes jî xelkê gundê Bay Hesen in.

Bay Hesen bi dûriya pênc kîlometran dikeve başûrê qezaya Dubiz a Kerkûkê.

Meha bihorî jî DAIŞê du caran êrişî ser bîrên petrolê yên li Bay Hesen kiribû. Kompaniya Nefta Bakur a ser bi hikûmeta Iraqê ve wê demê ragihandibû ku du bîrên petrolê li Bay Hesen li parêzgeha Kerkûkê rastî êrîşeke terorîstî hatine.

Di demên dawiyê de liv û tevgerên çeteyên DAIŞê li sînorê parêzgeha Kerkûkê û navçeyên ku dikevin navbera pêgehên hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge, zêde bûne.

Destpêka meha Gulanê çeteyên DAIŞê li sînorê nahiyeya Pirdê û li nêzîk gundê Qayebaşî êrişî xaleke hêzên Pêşmerge kiribûn û di navbera wan de şer derketibû. Di encama wê êrişa DAIŞê de, 3 pêşmerge canê xwe ji ddest dan û 2 pêşmerge jî birîndar bûn.

Ew xala hêzên Pêşmerge ku rastî êrişa DAIŞê hat, nêzîkî sengereke artêşa Iraqê ye û dikeve nêzîk bilindahiyên Zurgezirav û Şêrawe.

Di heman rojê de DAIŞê li rojavayê parêzgeha Kerkûkê çend êriş li dijî hêzên artêşa Iraqê û Polîsê Federalî yê Iraqê pêk anîbûn.

Serepeyv