Waliyê Felûceyê yê DAIŞê hat girtin
May 03, 2021 18:11 Asia/Tehran
Wezareta Istixbaratê ya Iraqê qala girtina Waliyê Felûceyê yê koma têrorîst a DAIŞê kir.
Li gorî rapora Sûmiriye Newsê, Wezareta Istixbaratê ya Iraqê îro Duşemiyê ragihand: Navê vî têrorîstî Ebû Elî El-Cemîlî ye ku Waliyê Felûceyê li DAIŞê bûye û li gorî xala çarem a têkildarî têrorîsmê hatiye şopandin û girtin.