Nîsan 30, 2021 18:49 Asia/Tehran
  • DAIŞê di derdora Kerkûkê de êrişî ser serbazên Iraqê kir û çend kes ji wan kuştin

Terorîstên DAIŞê li du deverên parêzgeha Kerkûkê êrişî hêzên Iraqî kirin û çend serbaz û polîs kuştin.

Efserekî polîs li bajarokê Daqûq yê Kerkûkê bi navê Wehab Mihemed ji BasNewsê re got, şeva borî terorîstên DAIŞê êrişî hêzên tabûra 2 ya lîwaya 45 ya artêşa Iraqê kirin.

Wî efserî da zanîn, di wê êrişê de du polîs hatin kuştin û 6 serbaz û polîsek jî birîndar bûn.

Berpirsê polîsê bajarokê Hewîce yê Kerkûkê, Fetah Mehmûd jî ji BasNewsê re got, şeva borî terorîstên DAIŞê li nêzîkî Hewîce êrişî hêzên Iraqî kirin.

Wî efserê polîs da zanîn, di wê êrişê de serbazek û endamekî Heşda Şeibî hatin kuştin.

Serepeyv