Daxuyaniya Wezareta karên derve ya Iraqê derbarê sefera Zerîf bo Bexdayê
Ehmed Sehaf, Daxuyaniya Wezareta karên derve ya Iraqê Yekşemiyê bi daxuyaniyekê tevî piştrastkirina sefera Muhemed Cewad Zerîf Wezîrê karên derve yê Îranê bo Bexdayê, got: Di vê seferê da pêwendiyên dualî û babetên eleqedar ên du welatan dê werin vekolandin.

Li gorî rapora IRNAyê, Ehmed Sehaf ragihand: Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê sibe Duşemiyê dê bigihêje Bexdayê û tev Fuad Husên hevpîşeyê xwe yê iraqî bicive û dosyeyên hevkariyên du welatan vekolîne.
Zerîf biryar e sibe Duşemiyê piştî sefera xwe bo Qeterê, ji Dûheyê biçe Bexdayê.
Sefera Zerîf bo Iraqê dê durojî be û ji bilî hevpîşeyê xwe yê iraqî, ew ê tev rayedarên din ên vî welatî jî bicive.