Ji ber teqînekê li nexweşxaneya tûşbûyiyên Koronayê li Bexdayê 23 kes mirin
Nîsan 25, 2021 09:18 Asia/Tehran
Çavkaniyên dermanî li Iraqê ragihandin ku li dû teqîna kepsola oksîjenê li nexweşxaneya tûşbûyiyên Koronayê li Bexdayê, herîkêm 23 tûşbûyiyên Koronayê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî rapora IRNAyê, Ev bûyer li nexweşxaneya Ibni Xetîba Bexdayê ku taybetî nexweşên Koronayê ye, qewimî.
Li gorî nûçeyan, hejmareke kadroyên dermanî yên vê nexweşxaneyên jî mirin an birîndar bûn.