Li Kerkûkê de endamên şaneyeke veşartî ya DAIŞê hatin girtin
Nîsan 14, 2021 13:04 Asia/Tehran
Berdevkê rêveberiya polîsê Kerkûkê ragehand, şaneyeke veşartî ya rêxistina terorîst a DAIŞê hate girtin.
Berdevkê rêveberiya polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ji BasNewsê re ragehand: Şaneya veşartî ya DAIŞê ji 7 kesan pêkdihat û ji aliyê hêzên îstixbarat û fermandariya operasyonên Kerkûkê ve hatin girtin.’’
Amir Nûrî amaje bi wê yekê jî kir ku endamên şaneya veşartî ya DAIŞê duh 13.04.2021ê hatin girtin.
Piştî ku artêşa Iraqê û pêşmergeyên kurd bi alîkariya Îranê DAIŞ li Iraqê têk birin û deverên dagirkirî ji aliyê vê koma terorîst azadkirin paş mayên vê komê dîsa van salên dawiyê li Iraqê û Şamê bi taybet di nav sînorê Kerkûkê de dest bi tevgerê û birêxistinkirina şane û grubên terorîstî kirin.