Nîsan 12, 2021 22:38 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 44 kesên din bi Koronayê mirin

Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn di heyama 24 saetên dawîn de 44 kesên din bi Koronayê mirine û 7 hezar û 953 kes jî bi Koronayê ketine.

Îro roja duşemê 12.04.2021ê Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn di heyama 24 saetên dawîn de 7 hezar û 953 kesên din bi Koronayê ketine û 5 hezar û 679 berketî jî baş bûne 44 kes jî bi Koronayê mirine.

Heta niha li seranserî Iraqê 932 hezar û 899 kes bi Koronayê ketine 820 hezar û 532 kes baş bûne û 14 hezar û 757 kes jî bi Koronayê mirine.

Di heyama hefteyên dawîn li seranserî Iraqê jimareya berketî û mirinên Koronayê zêde bûye.

Serepeyv