Li Iraqê di mehekê de 60 terorîstên DAIŞ`ê hatin kuştin
Îro hêzên Iraqê ragihand ku di çarçoveya operasyona “El-Esed El-Muteîhîb” (Şêrê Amade) de ku meha borî dest pê kiribû, 60 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.
Li gorî tora Sûmeriyê, berdevkê fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê mîralay Yehya Resûl bi daxuyaniyekê got: “Meha borî operasyona ‘El-Esed El-Muteîhîb’ hatibû destpêkirin, di encamê de 120 şikeft û cihên terorîstan hatibûn rûxandin û 27 terorîstên DAIŞ`ê hatibûn kuştin. Piştre, saziya têkoşîna li dijî terorê tevgerên terorîstan şopandin.”
Yehya Resûl diyar kir ku piştî ku cihên çeteyan hatin tesbîtkirin, di 25`ê Adarê de cihên ku bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê xwe lê veşartibûn bi dijwarî hatin bombebarankirin û temamî hatin rûxandin.
Li gorî daxuyaniyê, di bombebaranê de bi operasyoneke taktîkî ya taybet a nû û profesyonel, 60 terorîstên ji bermahiyên DAIŞ`ê hatin kuştin.
Girên Hemrîn wekî yek ji veşargehên terorîstên DAIŞê li bakurê parêzgeha Salahedînê tên hesibandin.