Li Iraqê 39 kesên din bi Koronayê mirine
Nîsan 05, 2021 23:02 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuayaniyek belav kir û tê de da zanîn 6 hezar û 423 kesên din bi Koronayê ketine û 39 kes jî bi Koronayê mirine.
Îro roja duşemê 05.04.2021ê, Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 6 hezar û 423 pêketiyên nû hatine tomarkirin û 5 hezar û 664 kes jî baş bûne û 39 kes jî bi Koronayê mirine.
Herwiha heta niha li seranserî Iraqê 879 hezar û 991 kesên din bi Koronayê ketine û 784 hezar û 199 kes baş bûne û 14 hezar û 502 kes jî bi Koronayê mirine.