Balefirên şer ên Iraqê hejmarek binkeyên DAIŞê bombebaran kirin
Nîsan 01, 2021 22:23 Asia/Tehran
Balefirên şer ên Iraqê hejmarek binkeyên rêxistina terorîst ên DAIŞê li sînorê parêzgeha Selahedîn a bakurê Bexdayê bombebaran kirin.
Îro 01.04.2021ê berdevkê fermandariya giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Yehya Resul di tora xwe ya civakî twitterê de hûrgiliyên êrîşa esmanî ya ser DAIŞê aşkera kir.
Yehya Resul ragehand, balefirên şer ên artêşa Iraqê 3 motosîklet, 4 binke, tûnêlek û du depoyên avê yên DAIŞê bombebaran kirine û ew wêran kirine.
Lîwa Yehya Resul got, ew binkeyên DAIŞê yên li sînorê çalakiyên fermandariya operasyonên Selahedînê de hatine bombebaran kirin.