Adar 24, 2021 15:38 Asia/Tehran
  • Qesra Spî: Waşîngton û Bexda dest bi dîaloga stratejîk dikin

Qesra Spî îro ragihand ku ewê bi Iraqê re, di meha Nîsanê de dîyaloga stratejîk pêk bîne.

Qesra Spî da zanîn ku ew civîn wê zelal bikin ku hêzên koalîsyonê li Iraqê jibo hînkirin û şêwirmendîya hêzên Iraqî li wî welatî ne ku koma terorîst a DAIŞ nikaribe careke din xwe bi hêz bike.

Berdevka Qesra Spî Jen Psaki di daxuyanîyekê de got: “Ev dîyalog dê bibe derfeteke girîng ku em berjewendîyên xwe yên dualî yên wek ewlehîya qadên neftê, çand, bazirganî gotûbêj bikin,”

Wê bi berdewamî got ku nehêlana vegera DAIŞ girîng e û di van kombûnan de ewê pêgirîya ser wê armancê xurt bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken jî ji bo salvegera duyem ya tekbirina xilafeta DAIŞê daxuyanîyek weşandibû û gotibû ku koalîsyiona bi pêşengîya Amerîka wê şerê dijî wê rêxistina tundrê bidomîne.

Blinken got: “Tevî ku rizgarkirina heremên li Îraq û Sûrîyê di şerê dijî DAIŞ'ê de qonaxeke girîng bû jî erka me ji temambûnê dûr e.

Wî dabû zanîn ku Amerîka wek endameke dilsoz ya koalîsyonê jibo têkbirina mayînde ya koma terorîst a DAIŞ'ê pêgir e.

Serepeyv