Adar 18, 2021 23:42 Asia/Tehran
  • Li sînorê Kerkûkê 4 penagehên DAIŞê hatin têkbirin

Li sînorê parêzgeha Kerkûkê 4 binke û penagehên çekdarên rêxistina terorîst hatin dîtin ku teqemenî û xorak û niwîn têde bûn û piştre jî hatin jinavbirin.

Îro 18.03.2021ê berdevkê polîsê federal ê Iraqê Lîwa Enwer Ebas ji BasNewsê re ragehand: ‘’Duh êvari li helmetekî hêzên polîsê federal ên Iraqê ya li sînorê nahyeya Reşad a ser bi parêzgeha Kerkûkê de, me karî dest li ser 4 binkeyên çekdarên DAIŞê de bigrin.’’

Herwaha got: ‘’Di nav wan binkeyan de bombeyên çandî û amûrên bombeyên çandinê, xorak û niwîn û cilûberg hebûn. Piştre jî ew binke hatin têkdan û ji aliyê endazyariya leşkerî ve ew bombeyên hatine çandin hatin pûç kirin.’’

Serepeyv