Adar 16, 2021 11:16 Asia/Tehran
  • Karwanekî hevpeymaniya amerîkî li parêzgeha Babîla Iraqê hat armanckirin

Êvara duh duşemê karwanekî hevpeymaniya navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê li parêzgeha Babîlê li başûrê Iraqê hat armanckirin.

Medyaya Iraqê ragihandiye li ser rêya serekî ya Babilê, li nûzîk bajarê Hîlleyê mayîneke çandî bi karwanekî hevpeymaniya navdewletî teqiyaye.

Herwiha ligor zanyariyan ziyaneke mezin negihiştiye karwanê hevpeymaniyê. Cihê behsê ye ji destpêka sala 2021ê heta niha bi 10an caran hêzên hevpeymaniya navdewletî ya qaşo li dijî DAIŞê şer dikin tên armanckirin.

Ti kom an grûpek hîn ev êriş nekişandiye ser xwe.

Serepeyv