Yehya Resûl: Li Kerkûk û Enbarê du planên DAIŞê hatin pûçkirin
Adar 12, 2021 17:26 Asia/Tehran
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand; hêzên ewlehiyê du planên DAIŞê yên armanckirina çend deverên Kerkûk û Enbarê pûç kirine.
Yehya Resûl di daxuyaniyekê de ragihand; hêzên ewlehiyê li parêzgeha Enbarê du endamên DAIŞê desteser kirin, ku dixwestin bombe li bazareke qerebalix a Felûceyê deynin.
Herwiha Resûl eşkere kir; tevî desteser kirine wan du endamên DAIŞê, dest danîne ser 42 bombe û 4 katyûşa û hejmarek gulleyên hawinê.
Derbarê Kerkûkê de jî diyar kir; endamekî DAIŞê hatiye desteserkirin ku dixwest bombeyek li ser rêya karwana serbazî ya Artêşa Iraqê vede.
Tevî ku ji sala 2017an ve Iraq serkeftina bi ser DAIŞê de ragihandiye, lê heta niha jî dawî bi metirsiyên wê rêxistinê nehatiye.