Di êrîşeke esmanî ya li Nînowayê de 12 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Adar 09, 2021 23:03 Asia/Tehran
Di encama êrîşeke esmanî ya li parêzgeha Nînowa ya li ser navendên terorîstên DAÎŞ’ê de, 12 terorîstên DAÎŞ’ê hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Ewlekariyê ya Iraqê daxuyaniyek da û li ser êrîşa li dijî DAÎŞ’ê ev agahî parve kir: “9’ê Sibatê di encama êrîşeke esmanî ya hêzên hevpeymanê ya li dijî DAÎŞ’ê de li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li çiyayê Edaye operasyonek lidar xistin.
Operasyona bi biryara hevbeş a fermandariyê pêk hatiye. Di encama êrîşa esmanî ya balafirên şer a li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê de 10 çete hatin kuştin.
Hemwext hêza ser bi lîwaya 75’an û 92 a bejahî li herêmê dest bi operasyoneke ya paqijiyê kir. Di vê dema lêgerînê de 2 çeteyên DAÎŞ’ê yên xwekuj hatin kuştin.”