Papa Francis ber bi Bexdayê ve bi rê ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i324610-papa_francis_ber_bi_bexdayê_ve_bi_rê_ket
Papa Francis saet 09.35 bi dema Hewlêrê li Firokexana Fiomicino ya li Romayê ber bi Bexdayê ve bi rê ket û piştî nîvro digihije Firokexana Navdewletî ya Bexdayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 05, 2021 07:24 Asia/Tehran
  • Papa Francis ber bi Bexdayê ve bi rê ket

Papa Francis saet 09.35 bi dema Hewlêrê li Firokexana Fiomicino ya li Romayê ber bi Bexdayê ve bi rê ket û piştî nîvro digihije Firokexana Navdewletî ya Bexdayê.

Papa Francis dê li Firokexana Navdewletî ya Bexdayê bi şêweyekî fermî û di merasîmekê de, ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve bê pêşwazîkirin û paşê li holeke firokexanê Papa û Kazimî dê civînekê encam bidin.

Piştî kombûna li gel Kazimî, Papa dê berê xwe bide Koşka Serokatiyê li Bexdayê û bi merasîmekê dê ji aliyê Serokomar Berhem Salih ve bê pêşwazîkirin û li nivîsîngeha taybet a Serokomariya Iraqê Berhem Salih û Papa Francis dê bicivin.