Adar 03, 2021 18:40 Asia/Tehran
  • Gulale- 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Îro çarşemê 03.03.2021ê firokeyên şer ên Iraqê li nehiya Gulaleyê ya ser bi Xaneqînê çekdarên DAIŞê bordûman kirin û di encama wan bordûmanan de 4 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Berpirsê Rêveberiya Polîsê Gulaleyê Felah Mihemed ji BasNewsê re axivî û da zanîn firokeyên artêşê 4 çekdarên DAIŞê bordûman kiriye û ji ber wê bordûmanê her 4 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Herwiha Felah Mihemed amaje bi wê yekê jî kiriye wan terorîstên DAIŞê îro li herêmê êrîşî artêşê kiribûn û 3 serbazên DAIŞê jî birîndar kiribûn û operasyona kuştina wan piştî wê êrîşê dest pê kiriye.

Serepeyv