Li Iraqê bombeyeke din di karwanekî Hêzên Hevpeyman a bi serkêşiya Amerîkayê de hate teqandin
Li başûrê Iraqê bombeyeke din di karwanekî Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî ya qaşo dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de ku Amerîka serkêşiya wê dike hate teqandin.
Îro 03.03.2021ê li ser rêya parêzgeha Dîwaneye bombeyeke çandî bi karwanekî veguhestina amûrên leşkerî yên Hêzên Hevpeymana Navnetewî ya qaşo dijî DAIŞê de hate teqandin.
Li gor zanyariyên çapemeniyê teqîna bombeyî ti ziyaneke canî li dû xwe neaniye, tenê ziyan geheştiye wesayîtekî karwanê.
Berî naha jî îro li ser rêya parêzgeha Musenna bombeyek bi karwaneke Hêzên Hevpeyman de hate teqandin.
Çavkaniyên iraqî duh jî ragihandibûn ku karwanê hêzên amerîkî li başûrê Iraqê bajarê El-Hilla kete ber êrîşê.
Li Bexda û piraniya bajarên Iraqê berdewam Hêzên Hevpeyman rastî êrîşên terorîstî tên û Amerîka jî hêzên Heşdî Şeibî wek berpirsê wan êrîşan tometbar dike.
Komên Iraqî berî viya gotibûn ku muhleta jibo Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî jibo derxistina leşkerên Amerîkayê ji nav Iraqê qedîyaye.