Heşda Şeibiyê êrîşa DAIŞê li ser rojhilatê Iraqê têkşikandin
Sibat 18, 2021 07:57 Asia/Tehran
Hêzên Heşda Şeibiyê Çarşemiyê bi şev êrîşên bermahiyên koma têrorîst a DAIŞê li parêzgeha Diyaleya rojhilatê Iraqê têkşikandin.
Li gorî rapora IRNAyê ji zarê kanala nûçeyan a Saberin Newsê ya ser bi hêzên Berxwedanê, Tîpa 28 a hêzên Heşda Şeibiyê (Gordana Ensar ul-Eqîdeyê) êrîşa têrorîstên DAIŞê têk birin.
Di van êrîşan da 2 kes ji hêzên Heşda Şeibî jî hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.
Vê medayay iraqî tu eşaretek bi hejmara kuştî û birîndarên têrorîstên DAIŞê nekiriye.