Artêşa Iraqê li Diyalê pêgehên DAIŞê bombebaran kirin
Sibat 13, 2021 08:55 Asia/Tehran
Îro polîsê Diyale aşkera kir, li hember êrîşên çekdarên koma terorîst ên DAIŞê li ser navçeyê, hêzên artêşa Iraqê pêgehên vê koma terorîst bombebaran kirin.
Berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 12.02.2021ê hêzên Iraqê bi rêya kamerayên germbîniyê ve tevgera terorîstên DAIŞê ya li sînorê Gulale ya ser bi bajarê Xaneqînê destnîşan kirin û bombebaran pêkanîn.’’
Wî herwaha got ku ji ber wê bombebarana hêzên Iraqê, du terorîstên DAIŞê li nav baxên sînorê Gulale de hatin kuştin.
Îsal terorîstên DAIŞê li sînorê Xaneqîn û Gulale zêdetir ji 10 caran êrîşî hêzên Iraqê kirin û di encamê de 11 leşkerên Iraqê hatin kuştin û birîndar bûn.