Terorîstên DAIŞ’ê li Gulale êriş kirin
Sibat 11, 2021 22:55 Asia/Tehran
Li sinorê bajaroka Şêx Bawe ya girêdayî naçveya Gulale ya Xaneqînê çeteyên DAIŞ’ê êrişê artêşa Iraqê kirin. Artêşa Iraqê jî cihên DAIŞ’ê da ber hawanan.
Di saetên êvarê de li sinorê navçeya Gulale ya Xaneqînê çeteyên DAIŞ’ê êriş birin ser leşkerên Iraqê.
Di derbarê êrişê de Berpirsê Asayîşa bajaroka Kokis Muqedem Şemal Ebdulrehman got; “Terorîstên DAIŞ’ê ji aliyê gundê Islah ve bi çekên segvaniyê êrişê leşkerên Iraqê kirin. Leşkerek birîndar bû. Piştre leşkerên Iraqê jî cihê ku êriş jê pêkhatî da ber hawanan.”
Hêjayî bibîrxistinê ye di nava hefteyê de ev sêyem êrişe çeteyên DAIŞ’ê li gundê Islah yê Gulale pêktînin.