Sibat 09, 2021 21:45 Asia/Tehran
  • Li Iraqê darvekirina 5 serkirdeyên DAIŞê

Çavkaniyek ewlehiya Iraqê ragihand ku pênc serkirdeyên terorîstên DAIŞê li wî welatî hatin darvekirin.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê li ser erêkirina Serokomarê Iraqê cezayê wan 5 serkirdeyên DAIŞê 9’ê Sibatê anku îro Sêşemê li Girtîgeha Nasiriyê hatine bidarvekirin.

Ji bo bidarvekirinê pêwîstî bi erêkirina Serokkomar heye.

Li gor çavkaniyên iraqî 19 hezar terorîstên DAIŞê di zîndanên Iraqê de ne ku 3 hezarê wan li benda erêkirina hikimê îdama wan ji aliyê serokomar in. Li gorî çavkaniyên hanê Serokkomariya Iraqê cezayê bidarvekirina 340 kesî  erê kiriye.

Iraq a piştî sala 2017’an serketina xwe li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ragihand û şûnde dadgeha Iraqê  cezayê darvekirinê dan bi sedan terorîstan.

Ji bo darvekirinê jî divê Serokkomarê Iraqê yê Kurd Berhem Salih jî erê bike, heta pêk bê. Li gorî çavkaniyên polîsn înfaza 21 kesî ji aliyê Salih ve hatiye erêkirin.

Li Iraqê di derbarê çeteyên DAÎŞ’ê yên biyanî jî cezayê darvekirinê hatiye dayîn, lê heta niha yek ji van nehatiye bidarvekirin. Di nava yên li benda bidarvekirinê de ne 11 kes fransî, 1 jî Belçîkî ye.

Li gorî Rêxistina Efûya Naventeweyî li Iraqê sala 2019’an 100 kes hatin bidarvekirin. Ev jî li gorî cîhanê ji her heft darvekirinan yek li Iraqê ye.

Serepeyv