Sibat 08, 2021 15:43 Asia/Tehran
  • 15 çeteyên DAIŞê li bakurê Iraqê hatin girtin

Rêxistina Lêzanînan a Wezareta karên hundir a Iraqê qala girtina 15 çeteyên DAIŞê li parêzgeha Nêynewayê li bakurê vî welatî kir.

Li gorî rapora malpera Melûmeyê, Rêxistina Lêzanînan a Wezareta karên hundir a Iraqê îro Duşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand, bi şopandina çeteyên DAIŞê ji aliyê Saziya Istixbarat û Lêkolînên Federal a Wezareta hundir a Iraqê jibo jinavbirina çavkaniyên têrorîstan û bermahiyên wan, hêzên rêveberiya Istixbarat û Têkoşîna dijî têrorîsmê ya Nêynewayê karîn 15 çeteyên DAIŞê li navçeyên cûrbecûr ên vê parêzgehê bigirin.

Li gorî vê raporê, Ev têrorîst li gorî Xala 4 ji Qanûan Têkoşîna dijî Têrorîsmê bi nav û nasnavên cûrbecûr bi tawana endamtiya di DAIŞê da dihatin şopandin û di beşa Dicle, Dîwan Cund, Kampên gelemperî, Leşkerên Furqan û Bîlawî, Polîsê Ne Îslamî, Gurdanên Xwekujiyê û Yekîneyên mihendisiya leşkerî dixebitîn.

 

Serepeyv